H’emû nûçeSereke
Mecalên hevkarîya nava avayîçêkirinê û alîyên dîcîtalîzekirina qulixdarîyên sosîyalî hatine gotûbêjkirinê

Wezîrê Ermenîstanêyî xebatê û pirsên sosîyalî Narêk Mikrtçyan wekîlên banka Asîyayî bi serokatîya nûnerê bankêyî li Ermenîstanê, Don Lambêrt qebûl kirîye.
Wextê hevdîtinê, mecalên hevkarîya nava avayîçêkirinê û alîyên dîcîtalîzekirina qulixdarîyên sosîyalî hatine gotûbêjkirinê.
Mikrtçyanê wezîr pirsên derheqa goveka sosîyalîda û xebatên ku tên kirinê, raber kirîye û usa jî derheqa qerebaxîyên bi destê zorê derxistî, xeberdaye.Ewî gotîye,wekî niha ew pirs tên amadekirinê.
Dawîya hevdîtinê pevketin hatîye destanînê, ku bi qeydê xebatê dora têmayên gotûbêjkirî hevdîtina berdewam bikin.







