H’emû nûçeSereke

Sala 2023 a li Ermenîstanê 817 kesan daxwaza penaberîyê kirine: wezîreta karên hundur

Sala 2023 a li Ermenîstanê 817 kesan daxwaza penaberîyê kirine. Derheqa wê yekêda  li civîna parlamêntê serokê daîreya koç û hevwelatîbûnê ya wezîreta karên navxweyî Armên Gazaryan gotîye.

Bi gotina wî, sala 2020 de hejmara penaxwazan 206,  sala 2021 ê 260,  sala 2022 a de jî 968 penaxwazan bûne. Li gorî serokê kar û barê, zêdebûna berbiçav bi opêrasîyonên Ûkraînayêva girêdayî bûne.

“Sala 2023 a trênd hatîye parastin. Lê belê, hinek kêmbûn heye. Heta sala 2022 a cîhên yekem bi gelemperî welatîyên welatên Rojhilata Navîn bûn: Sûrîya, Îraq û Misir”,-Gazaryan daye kifşê.

Salên 2022-2023  a welatîyên Ûkraînayê pileya yekem, welatîyên Sûrîyayê û Îraqê di rêza duyem û sêyem de cîh girtin.

Di derbarê welatîyên Hindistanê de, wekî nûnerê wezîreta karên navxweyî dîyar kir, wana sala borî daxwazên penaberîyê nekirine. Û di salên berê de yek-du bûyerên wiha hebûn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button