SerekeSîyasî

Ahmed Tûrk bi fermî bû hevserokê şaredarîya bajarê mezin ya Mêrdînê

Piştî bidawîbûna hilbijartinên 31 ê adarê ku şaredarî û rêveberîyên herêmî tê de hatin destnîşankirin, namzedê Dem partîyê yê şaredarîya bajarê mezin ya Mêrdînê Ahmed Tûrk, mazbataya xwe ji lijneya hilbijartina ya Mêrdînê girt.

Ahmed Tûrk, mazbatayê li gel parlamentarên Dem partîyê yên Mêrdînê Kamûran Tanhan, Bêrîtan Guneş, Gêorge Aslan û hevserokên Dem partîyê yên Mêrdînê Mehdî Tûnç û Necla Acibûca girt. Piştî girtina mazbatayê Ahmed Tûrk û şanda Dem partîyê ketin nav welatîyan û van kêlîyan bi hev re parve kirin.

Ahmed Tûrk, piştî girtina mazbatayê daxuyanîyek da û got ku “Gelê me yê birêz, 31 ê adarê, bi serkeftina gelê me tacîdar bû. Bi rastî jî gelê me li hember qeyûman, li hember bêhiqûqîyê û li hember zilmê vîna xwe dane holê û encam û serkeftineke mezin bi dest xist, bi vê yekê re jî bû mînaka azmûneke serkeftî. Merdîn, bajarekî me yê pirgel û pirbawerî ye, di vê hilbijartinê de tenê tevkarîya kurdan tuneye, em bi tevkarîya ereban, sûryanîyan û hemû gelan gihîştin van encaman.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button