ÇandSereke

Hîvda Koç strana “Şîrîna min” weşand /vîdyo/

Hunermend Hîvda Koç ji Bazîda Bakûrê Kurdistanê ye, ji biçûkîya xwe ve bi malbata xwe re koçî Stembolê kirîye. Herweha ji biçûkîya xwe ve ber bi cîhana mûzîkê xwe çû ye.

Hîvda Koç xwendina xwe di warê avahîsazîyê de kirîye. Albûma wê ya yekem bi navê “Sîya sipî” sala 2022 a hate weşandin.

Hîvda Koç, li ser strana nû xwe ya nû, taybet ji Kurdistan 24 re ragîhand: “Helbest û mûzîka “Şîrîna min” ya rehmetî Hozan Şîyar Farqînî ye. Aranjorîya wê hunermendê hêja Harûn Elkî danî. Xebata me derdora 3 mehan kişand. Bi stîleke nû me xwest, vê berhema xweş carek din bigihînin hunerhezanan. Armanca min parastin û pêşxistina dewlemendîya me ya çandî ye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button