H’emû nûçeSereke

Înstîtûta Lêmkîn bangî  li welatên Yekîtîya Avropayê û Dewletên  Amêrîkayêye Yekbûyî qedexekirina “Gurên gewir” kir

Înstîtûta pêşîlêgirtina gênosîdê ya ser navê Lîmkîn banga naskirina têrorîzmê û qedexekirina rêxistina neteweperest ya tirk “Gurên gewir” li welatên Yekîtîya Avropayê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî (niha tenê li Fransîyayê qedexe ye) kir.

Rêxistinê di daxuyanîyekê de ku li ser tora civakî ya X ê hatîye weşandin, şer û pevçûyînên vê dawîyê yên navbera kurdan û alîgirên “Gurên gewir” li çend bajarên Bêlçîkayê bi bîr tîne.

Înstîtûta Lêmkîn destnîşan dike ku yekane welatê Yekîtîya Avropayê ku “Gurên  gewir” qedexe kirîye Fransîya ye û endamên parlamêntoya Avropayê di gulana sala 2021 ê de bangeke lihevhatî kiribûn.

Înstîtût di wê bawerîyê de ye ku “Gurên gewir” wek hilgirê bernameyên pantûrkîst yên Tirkîyayê, ji ber îdêolojîya xwe ya tundrew ne tenê ji bo kurdan, lê ji bo gelên din jî, ermenîya û asûrîya jî gefe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button