H’emû nûçeSereke

Axaftina Nîkol Paşînyan ya berîya civîna bilind ya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê-Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî

Nîkol Paşînyan berîya civîna bilind ya hevpar ya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê-Amerîkayê li Bryûsêlê ragîhand, dîyaloga îro ya di asta bilind de tê wateya berfirehkirina hevkarîyên Ermenîstanê yên bi Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û Yekîtîya Avropayê re.

Ewî gotîye ku dem rast e ku em li ser hevkarîyên me yên sîyasî yên berdar ava bikin ji bo pêşdabirina hevkarîya aborî, pêşvebirina bazirganîyê û berfirehkirina hevkarîyê di warê seferberîyê de.

Paşînyan daye kifşê ku alîyê Ermenîstanê li ser asayîkirina peywendîyên bi Ardibêcanê re, li ser esasê naskirina dualî ya serwerî û yekparçeyîya axa hev, li gorî daxuyanîya Alma Atayê ya sala 1991 ê, pêbend e. Ermenîstan her weha bi tevahî pabend e bi xêzkirina sînoran û rakirina blokên hemî danûstandinên herêmî yên li ser bingeha danezana Alma Atayê, li ser bingeha rêzgirtina tam ya ji prînsîpên serwêrî û dadwerî, wekhevî û hevdû re.

“Ji bo gihîştina vê armancê, me înîsîyatîva “Xaçerêya aştîyê” destnîşan kir, ku armanc ew e ku têkilî û dîyaloga bi welatên cînar û derveyî wê re pêşve bibe. Ji bo xurtkirina sînêrjiyê li herêmê berfireh, em hewl didin ku însîyatîva xwe bi stratêjîya derîyê globalê ya Yekîtîya Avropayê re bikin yek û di vê mijarê de hêvîya piştgirîya hevkarên xwe dikin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button