H’emû nûçeSereke

Balyozê Yektîya Avropayê: Ermenîstan û Yekîtîya Avropayê di hevkarîya ewlekarîyê da pêş ketine

Ermenîstan û Yekîtîya Avropayê di hevkarîya ewlekarîyê da pêş ketine. Derbarê vê yekêda serokê dêlêgasîya Yekîtîya Avropayê, ya li Ermenîstanê,Vasîlîs Maragosê bayloz wextê civîna parlamenta Ermenîstanê ya bi mijara “Pêrspêktîvên Ermenîstanêye nû nava întêgrasîya avropîda” gotîye.

Di vê çarçoveyêda ewî bal kişandîye ser aktîvkirina dîyaloga sîyasî û gotûbêjkirina zelal û gotûbêjkirina mijarên girêdayî ewlehîyêva.

Bayloz usa jî derheqa mîsîya avropî ya dîtindarîyêye sîvîlda bîr anîye. “Mîsya Yekîtîya Avropayê ji bo gelê Ermenîstanê ji bo xurtkirina ewlehîya li herêmên nêzîkî sînor çalakîyên zelal û têgihîştî pêk tîne”,-Maragos gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button