Bryûsêl gerekê ji “polîtîkaya mesafeya wekhev” ya li hember Ermenîstanê û Adirbêcanê berde: Rasmûsên
Sekretarê giştî yê berê yê NATO ê Andêrs Fog Rasmûsên, di gotareke xwe de ku di rojnameya Le Monde de hatîye weşandin, bang li Bryûsêlê kir ku dest ji “polîtîkaya mesafeya wekhev” ya di navbera Ermenîstana ku hilbijartîye berê xwe bide Rojava û Adirbêcana ku “xwe di kampa otokrasîyên êrîşkar yên di bin bandora Rûsyayê de destnîşan dike berde”.
“Divê Avropa di danûstandinên li ser peymana aştîya domdar de rola navbeynkarîyê bigire ser xwe. Lê nêzîkatîya wî divê vê rastîyê nîşan bide ku Ermenîstan civaka welatên dêmokratîk yên Avropayê hilbijartîye, dema ku Adirbêcan di kampa otokrasîya êrîşkar de rûniştîye. Nebûna zelalî û êmbargoyên avropî dikare dêmokrasîya ciwan ya Ermenîstanê û eksê wê yê gêopolîtîk bixe xetereyê”,- Rasmûsên gotîye.
Li gorî wî, divê di civîna sê alî de ku dê di 5 ê nîsanê de li Bryûsêlê bê lidarxistin, ku seroka komîsîyona Yekîtîya Avropayê Ûrsûla fon der Lêyênê dê mêvandarîya serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û sêkrêtarê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Êntonî Blînkên bike, destpêka nêzîkatîya nû desbêtnîşankirin.