H’emû nûçeSereke

Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî  wê 65 mîlyon dolarî zêdetir alîkarîyê bide Ermenîstanê

Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî xebatên ku li gorî rêformên aborî yên hukumeta serokwezîr Nîkol Paşînyan de ne, veberhênanan dike. Derheqa wê yekêda sêkrêtarê  Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Êntonî Blînkên li Bryûsêlê ragîhandîye.

“Em bi niyaz in ku ji byûcêya xwe 65 mîlyonî zêdetir dolar alîkarîyê veqetînin, ku ji rêjeya du sal berê 50 selefî zêdetir e. Em pêbend in ku piştgiriya berxwedana dêmokratîk û aborî ya Ermenîstanê bidomînin”,-Blînkên gotîye.

Ewî daye  kifşê ku Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî wê piştgirîya  100 000 ermenîyên ku ji Qerebaxa Çîya koçber bûne, bidomîne. “Ev ji bo aramî û bextewarîya Ermenîstanê ya demdirêj û her wiha ewlekarîya herêmê mifteya sereke ye. Em her weha piştgirîyê didin hewildanên ji bo întêgrekirina mirovan di aborî, civakê de, di nav de gihîştina mala, kar, perwerdehîyê”,- ewî gotîye.

Blînkên destnîşan kir ku întêgrasîyona herêmê ya Ermenîstanê mifteya ewlehî û bextewarîyê ye û piştgirî da fikrên li pişt pêşnûmeya “Xaçerêya aştîyê” ya serokwezîrê Ermenistanê.

“Em Qafqasîyaya Başûr ya yekgirtîtir dibînin ku bi rêyên nû yên veguhaztinê, hevkarîya ênêrjîyê, têlêkomûnîkasyonê ve girêdayî ye. Ev yek dê bibe alîkar ji bo aborîyek cîhêreng, berfirehkirina derfetan û tevkarîyê li hewildanên aştî û lihevhatinê bike “,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button