H’emû nûçeSereke

Ermenîstan qîmetê dide beşdarîya Fransîyayê ji bo avakirina aştîyê li Qafqasîya Başûr

Berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anî Badalyanê dîyar kirîye ku Ermenîstan qîmetê dide beşdarîya Fransîyayê ji bo avakirina aştîyê li Qafqasîya Başûr.

Li gorî “Armênprêss” ê, ewê ev yek di bersiva pirsên ku ji mêdyayêda hatine wergirtinê dîyar kir.

-2 ê nîsanê, di konfêranseke rojnamevanî ya hevbeş de li gel sêkrêtarê  Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Êntonî Blînkên, wezîrê  Fransîyayêyî karên der, Stêfan Sêjûrnê, li ser pêwîstî û geşedanên ji bo mîsogerkirina aramîyê li Qafqasîyya Başûr, nîyeta rastîn ya Ermenîstanê ji bo dûrxistina zêdebûn, di heman demê de nîgeranîya xwe li ser metirsîyên muhtemel yên li ser yekparçeyîya axa Ermenîstîanê dîyar kir. Hin welat vê feraseta Fransîyayê ji alîyê aramîya herêmê ve bi kêr nabînin. Hûn ê çawa şîrove bikin?

Em di wê bawerîyê de ne ku rêfêransa wezîrê Fransîyayê karên der di 2 ê nîsanê de û armanc û beşdarîya girîng ya beşdarîya Fransîyayê di proseya pêkanîna aştîyê li navçeyê ji alîyê hemû hevpeymanan ve tê zanîn.

Mînakên vê yekê di warê danûstendina bi Ermenîstanê re li ser platformên dualî, herêmî û piralî hene.

Di çarçoveya nîqaşê de, em dikarin bi taybetî behsa sala 2022 a bikin. Di meha cotmehê de, civîna çaralî ya ku li Prahayê di çarçoveya civaka sîyasî ya avropî de pêk hat, tê de serokên Ermenîstanê û Adirbêcanê dilsozîya xwe ya ji bo sala 1991 ê dubare kirin. Daxuyanîya Alma Atayê: her wiha di daxuyanîya çapemenîyê ya ofîsa serokkomarê Adirbêcanê de li ser peywendîya têlêfonî ya duh bi sêkrêtarê  Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Êntonî Blînkênra hat kirin, behsa civîna Prahayê û daxuyanîya Alma Atayê jî hatîye kirin.

Bê guman em qîmetê didin beşdarîya Fransîyayê jî wek endama Yekîtîya Avropayê, ku mîsyona wê di sala 2022 de, ji meha cotmehê ve piştî heman civîna Prahayê çavdêrîya sînorê di navbera dewleta Ermenîstanê û Adirbêcanê dike û di rojên dawî de jî peyamên pêwendîdar dan. Em di wê bawerîyê de ne ku divê çalakî û nirxandinên li gorî erka mîsîyona Yektîya Avropayê li ber çavan bên girtin, di nav helwestên hemû welatên endamên Yekîtîya Avropayê de.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button