H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê bi pêşnîyara ku amûra Avropayê ji bo aştîyê bikar bîne berbirî  Yekîtîya Avropayê bûye

Di van demên dawî de, encûmena hevkarîya Yekîtîya Avropayê-Ermenîstan qebûl kir ku dest bi kar li ser Rojeva hevkarîya Yekîtîya Avropayê-Ermenîstanê ya nû bike, ku ji bo hevkarîyê di her warî de pêşanînên azwertir destnîşan dike.

Li gor rapora nûçegihanê “Armênprêss”ê, Arman Yêxoyan, serokê komîtêya întêgrasîyona avropî ya miclîsa netewî ya Ermenîstanê, li rûniştina parlamêntoyê ya bi navê “Nêrîn û kêşeyên nû yên întêgrasîyona Avropayê ya Ermenîstanê”  gotîye.

“Li vir em bêtir behsa pabendîyeke sîyasî, belgeyeke sîyasî dikin, ku niha di bin pêşdabirinê de ye, û em li bendê ne ku pêşveçûn di gulan-hezîranê de biqede” Yêxoyan got, û da zanîn ku Ermenîstanê jî ji bo pêşnîyara bikaranîn berbir bûye.

“Ev amûrek din ya ewlehîyê ye ku cûre-cûre piştgirî dide dewletan, ji têknîkî heya çekên nekujer. Ev mijar niha li ser nîqaşê ye û ez hêvî dikim ku Ermenîstan jî bibe beşek ji lîsteya bikarhênerên vê amûrê”.

Wî li ser rîya peywendîyên dîplomatîk yên di navbera Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê de rawestîya û tekez kir ku Ermenîstan di salên 2000 î de qonaxeke pir girîng ya peywendîyan derbaz kir, dema ku Yekîtîya Avropayê berbelavbûna herî mezin dît û 10 dewletên Avropaya Rojhilatê bi yekcarî bûn endamên yekîtîyê.

Di wê demê de Yekitîya Avropayê pêşî sîyaseta cînartîya Avropayê, paşê jî bernameya hevkarîya Rojhilatê da destpêkirin.

Li gor axaftvan Ermenîstan hem li Rojhilat hem jî beşdar bû di forma hevkarîyê de pir çalak bûye. Di vê heyamê de hukumeta Ermenîstanê dest bi mûzakereyên li ser peymana hevkarîyê bi Yekîtîya Avropayê re kir.

 “Peymana li ser bazirganîya azad beşa herî girîng ya wê hate dîtin. Piştî sê salan ji danûstandina vê peymanê, temamkirina wê, û piştî gotinên alîyên avropî ku Ermenîstanê di van danûstandinan de herî zêde pêş ketîye, encamên herî baş tomar kirine, di îlona  sala 2013 de, ji ber bûyerên naskirî, Ermenîstanê red kir wê peymanê îmze kir û di wê demê de bû endamê yekîtîya gumrikê, paşê jî yekîtîya aborî ya Avrasîyayê. Lê belê, danûstandinên bi Yekîtîya Avropayê re nesekinîn, ji ber ku pirsgirêka sereke perçeya bazirganîya azad ya girêdayî peymana komeleyê bû. Gotûbêjên derbarê derxistina wê beşê ji rêkeftinê berdewam kirin û di rastîyê de rêkeftina niha ya hevkarîyê ya berfereh û hate îmzekirin, ku heman peymana komeleyê ji bilî beşa bazirganiya azad e”.

Bi dîtina wî, ev peyman ji alîyê raya giştî ya Ermenîstanê û her wiha ji alîyê der-dorên pispor ve hinekî kêm tê nirxandin û piştî ku hemû bendên wê bi awayekî watedar û bi kalîte bên bicîhanîn, pêvajoya întêgrasîyona Avropayê ya Ermenîstanê wê çend gavan bi pêş de biçe.

“Ev heman peymana ku Gurcistan, Moldova û Ûkrayna heye, lê bêyî beşa bazirganîya azad e. Li vir mijarên bi serwêrîya hiqûqê, edaletê,  pîvanan û rêveberîyê ve girêdayî ne. tendurustî, perwerdehî, hema bêje hemû qadan di vê peymanê de cîh digirin. Em çi ji destê xwe tê dikin da ku bendên vê peymanê bi kalîte û bi derengî be jî bi rengekî bilind bên cî bi cîkirin”.

Wî bal kişand ser wê yekê ku piştî sala 2020 î, Yekîtîya Avropayê bi awayekî berbiçev li herêmê çalaktir bû û di sala 2021 ê de bernameyeke nû ya aborî û sermayegûzarîyê pêşkêşî Ermenîstanê kir ku bi tevahî pakêta piştgirîyê ya 2,6 mîlyard yûro ye. Heya niha, 550 mîlyon yûro ji vê mîqdarê berê hatîye dayîn, ku piranîya wan kredîyên tercîhî ne ku piştgirî didin karsazîyên piçûk û navîn.

Di warê veberhênanên sermayeyê de, para herî zêde, zêdeyî mîlyardek yûroyî, beşa rêya Agarak-Sîsyanê ya rêya bakûr-başûr e.

Yêxoyan rola mîsîyona çavdêrîya sîvîl ya Yekîtîya Avropayê di dabînkirina ewlehîya Ermenistanê de jî bilind nirxand.

“Bêguman di pêşvebirina peywendîyên Ermenîstanê-Yekîtîya Avrorpayê de, ez nikarim behsa rola parlamêntoya Avropayê bikim, ku alaya pêşvebirin, başkirin û kûrkirina têkilîyên me ye”,- serokê komîsyona miclîsa neteweyî da kifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button