H’emû nûçeSereke

Têkilîyên me bi Ermenîstanê re tu carî bi vî rengî dînamîk pêş neketibûn: balyozê Yektîya Avropayê

Pêşxistina rojeva nû ya hevkarîya Ermenistan û Yekîtîya Avropayê  meha sibatê de dest pê kir û mebesta vê xebatê ew e ku têkilîyên bi Ermenîstanê re hîn zêdetir kûr bikin. Ev yek ji alîyê serokê heyeta Yekîtîya Avropayê ya li Ermenîstanê, balyoz Vasîlîs Maragos ve, di rûniştina parlamêntoyê ya bi mijara “Pêrspêktîvên nû û kêşeyên întêgrasîyona Avropayê ya Ermenîstanê” di 4 ê nîsanê de li miclîsa neteweyî hat dayîn.

Li gorî wî, bernameya nû ya ku niha li ser tê xebitandin, ji bo nûkirina bernameya hevkarîyê ya heyî ye. Ew  li ser peymana CEPA-ê pêk tê. “Di heman demê de ew ê pêşî bide ka em ê çawa bi hev re bixebitin da ku em zûtir bigihîjin armancên CEPA û fêm bikin ka bêtir çi dikare bê kirin. Rojeva nû dê li ser bingeha hevkarîya berê be, lê bêtir bingehîn”,- Maragos gotîye.

Di dema pêşkeftinê de, wek balyoz destnîşan kir, çend hêman li ber çavan hatine girtin, wek mafên mirov û dêmokrasî, sîyaseta derve û ewlekarî, hevkarîya aborî û mijarên sêktorî, û her weha pirrengî û cîhêrengîya ênêrjî, bazirganî û aborî, û binesazîyê.

 “Ji ber ku em rojeveke nû pêş dixin, em bêkar rûnanên. Ji her alî ve xebat tên meşandin. Him Yekîtîya Avropayê û him jî Ermenîstan hemfikir in ku têkilîyên me tu carî ewqas dînamîk pêş neketîye”,-dîplomat daye kfişê.

Maragos destnîşan kir ku îdî girîng e ku CEPA bi tevahî bê sepandin, nemaze di warê standartan de û lihevhatina wan bi normên navneteweyî re. “Pêkanîna van pîvanan kêşeya sereke ye, lê bi destxistina van standartan dê bibe sedema wê yekê ku aborîya Ermenîstanê li gorî demê bimeşe”,-bayloz gotîye.

Her wiha bi bîr xist ku di çarçoveya bernameya piştgiriya Yekîtîya Avropayê de 550 mîlyon yûro ji Ermenîstanê re hatîye veqetandin. Ji wan 120 mîlyon ji bo cîbicîkirina zêdetirî 35 projeyan li Herêma Ermenîstanêye Syûnîkê. Em bi taybetî behsa veberhênanên binesazîyê, pêşxistina civaka sîvîl, zêdekirina asta îstîhdamê û derbasbûna ber bi “aborîya kesk” dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button