H’emû nûçeSereke

Tu beşeke, tu gundekî, tu mêtreke axa Ermenîstanê nikare bê teslîmkirinê: Alên Sîmonyan

Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan dîyar kirîye ku li ser teslîmkirina herêm, wargeh û gundekî ji Komara Ermenîstanê gotûbêjkirin nayê kirinê.

Li gorî ragîhandina “Armenprêss” ê, derbarê vê yekêda serokê parlamênta Ermenîstanê li ser rûpelê xwe yê Telegramê nivîsîye.

“Diçin û dibêjine binelîyên gunda ku kesek, nava wanda usa jî ez, dibêjin yan gotine ku mesele gundê Voskêparê yê ermenî nîne, yan jî beşeke qeza Tavûşê  ya ermenî nîne û gerekê bê teslîmkirinê. Hinek rojnamevan jî îzinê didine xwe bêjin, ku li qeza Tavûşê gund tê teslîmkirinê”,- Sîmonyan gotîye.

Ewî usa jî serda zêde kirîye: “Tu beşeke, tu gundekî, tu mêtreke axa Ermenîstanê nikare bê teslîmkirinê. Çûyîna li gundên li ser sînor û gotinên nerast, lîstikên li ser moralê meriva, şedetîya wê yekê dide”.

 “Xerîta Komara Ermenîstanê heye.Bi wê xerîtê em serbest bûne û ew yek pirsa gotûbêjkirinê nîne”,- Sîmonyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button