H’emû nûçeSereke

Yekîtîya Avropayê biryareke lez da ku şandeke dîtindaraye wedelû bişîne Ermenîstanê: parlamêntvan

Sala 2022 a, piştî êrîşeke din, ya li dijî axa Komara Ermenîstanêye serbest, Yekîtîya Avropayê biryareke lez da ku şandeke dîtindaraye wedelû bişîne Ermenîstanê.

Derbarê wê yekêda serokê komîsîya parlamêntê, ya întêgrasîya avropî, parlamêntvanê fraksîya “Peymana sîvîl” ya desthilatdar Arman Yêxoyan, 4 ê nîsanê li parlamêntê wextê gotûbêjkirinên li parlamêntê, ya bi sernavê “Pêrspêktîvên Ermenîstanêye nû nava întêgrasîya avropîda” gotîye.

Bi gotina wî, îdî çileya sala 2023 a mîsîya dîtindara ya Yekîtîya Avropayê şandine Ermenîstanê. “Meriv nikare rola vê mîsîyayê, ya nava çareserîya ewlekarîya welatê meda, qîmet neke”,- parlamêntvan gotîye. Ewî serda zêde kirîye, wekî paşê Yekîtîya Avropayê biryar kir ku mîsîyayê bidne zêdekirinê û bigihînin hetanî 209 merivî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button