Yekîtîya Avropayê wê 270 mîlyon yûro alîkarî bide Ermenîstanê, wê projeyên binesazîya bingehîn veberhênan bê kirin:Fon dêr Layên

Berîya civîna sêalî ya Ermenîstanê-Yekîtîya Avropayê-Amêrîkayê ku li Bryûsêlê tê lidarxistin, seroka komîsîya Yekîtîya Avropayê Ûrsûla fon dêr Layênê ragîhand ku Yekîtîya Avropayê soz daye mil bi mil li gel Ermenîstanê bisekine û îro jî wê soza xwe pêk tîne. Derheqa wê yekêda Ûrsûla fon dêr Layênê berîya hevdîtina bi Paşînyan û Blînkên re di civîna çapemenîyêda gotîye.
Fon der Layênê destnîşan kir ku vîzyona hevkarîyê ya bi Ermenîstanê re dê bi bernameya ku tevkarîyê li berxwedana Ermenîstanê bike, pêk tê. Seroka komîsîya Avropayê bal kişand ser alîkarîya 270 mîlyon yûroyî ku bi taybetî wê alîkarîya şirketên piçûk û navîn bike û wiha got: “Em ê veberhênan bikin da ku aborî û civaka Ermenîstanê bi hêztir bibe û li hember şokan berxwe bide”,-seroka komîsîya Avropayê gotîye.
Bi gotina Fon dêr Layênê, Yekîtîya Avropayê we li Ermenîstanê jî di projeyên binesazîyê de veberhênan bike, bi taybetî jî di projeya kabloya êlêktrîkê ya behra Reş de û her weha di hilberîna ênêrjîya dikare bê nûkirinê.
Projeya “Xaçerêya aştîyê” ya hukumeta Ermenîstanê silav kir û destnîşan kir ku Yekîtîya Avropayê jî dema şert û merc destûrê bidin dê îmkanên veguhestina derveyî sînor jî lêkolîn bike.
Seroka komîsîya Avropayê pêşwazî li hewildanên Ermenîstanê bo rêformên dêmokratîk kir, tevî kêşeyên ku welat pê re rû bi rû mane, û dûpat kir ku Yekîtîya Avropayê wê bi rêya şêwirdarî, alîkarîya têknîkî û fînansekirinê piştgirîya rêformên hatî kirin bidomîn.







