270 mîlyon yûroyê ku ji Yekîtîya Avropayêyê bê wergirtin ne destpêk bû ne jî dawî bû: wezîrê karên der
270 mîlyon yûroyê ku ji Yekîtîya Avropayê bê standin ne destpêk bû ne jî dawî bû, berî wê hatine wergirtin û dê piştî wê jî bê wergirtin.Derheqa wê yekêda wezîrê karên der Ararat Mîrzoyan li weşana têlêvîzîyona Civakî, gotîye.
“Ne hewce ye ku pere ji xalên mayîn yên 5 ê nîsanê bê veqetandin. Ne hewce bû ku ji destpêkê ve hêvî bikira, min dît ku berîya civînê gelek spêkûlasîyon hebûn ku Yekîtîya Avropayê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî zêdetir gelek pere wek piştgirî bidin aborîya Ermenîstanê.
Ji xêncî 270 mîlyon yûroyî em 2,6 mîlyardî jî ji bîr nekin. Ew ê wek nimûne ji bo bilindkirina standartên berhemên ermenî bên arastekirin.Ev tenê beşeke ji pêvajoyeke mezin e, ne bi vê dest pê kir û ne jî bi dawî bû, ne wekî berê pere tunebû û piştî wê jî nabe”,-ewî gotîye.
Mîrzoyan li ser pirsa gelo li ser mijarên leşkerî û ewlehîyê hatine gotûbêjkirin, got ku bi pêkhateyeke leşkerî re gotûbêj nehatine kirin, lê zêdekirina rû bi rûbûna Ermenîstanê jî dibe rû bi rûbûna ewlehîyê.