Civîna sêalî ya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê-Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî ji alîyê pirrengkirina sîyaseta der ya Ermenîstanê ve taybet bû: Xandanyan

Civîna sêalî ya bilind ya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê-Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîye li Bryûsêlê, berî her tiştî taybet bû di warê pirrengkirina sîyaseta der ya Ermenîstanê û rol û têgihîştina Ermenistanê di têkilîyên navneteweyî de. Derheqa wê yekêda serokê komîtêya daîmî ya têkilîyên der ya Ermenîstanê, Sargîs Xandanyan li ser rûpela xwe ya facebookê nivîsîye.
“Yekîtîya Avropayê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî piştgiriya xwe ya ji bo serwêrî, dêmokrasî, yekparebûna axa Ermenîstanê û berxwedana civakî-aborî dubare kirin.
Yekîtîya Avropayê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî înîsîyatîva “Xaçerêya aştîyê” ya ku ji alîyê hukumeta Ermenîstanê ve hat raberkirin, ku wê dewlemendîya hevpar û hevkarîya herêmî pêş bixe, silav kirin.
Piştgiriya peretî ya ku ji alîyê Yekîtîya Avropayê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîda hatine sozdanyî, wê bibe alîkarî ku di gelek waran de berxwedana Ermenîstanê qewîn bike û pirsgirêkên mirovahî çareser bike”.







