Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û Ermenîstan di warê ênêrjîya atomî de îmkanên hevkarîyê lêkolîn dikin:Cêyms O Brayên

Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û Ermenîstan di warê ênêrjîya atomî ya sîvîl îmkanên hevkarîyê lêkolîn dikin. Li gorî ragîhandina “Armênprêss”ê, derheqa wê yekêda cîgirê sêkrêtarê byûroya kar û barên Avropayê û Avrasyayê ya wezîreta der ya Amêrîkayê Cêyms O Brayên li civîna çapemenîyê de derheqa pirrengbûna aborîya Ermenistanê gotîye.
“Yekîtîya Avropayê ji bo zêdekirina ewlekarî û bikêrhatina çavkanîyên ênêrjîya atomî ya heyî li Ermenîstanê ji niha ve dest bi hevkarîyek nêzîk kirîye û ev hevkarî berfireh dibe. Ermenîstan di heman demê de ji bo projeyên hevkarîya atomî ya sîvîl ya bo Dewletên Yekbûyî welatekî girîng e.Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û Ermenîstan di warê ênêrjîya atomî ya sîvîl de îmkanên hevkarîyê lêkolîn dikin. Ew li ser peymana hevkarîya ênêrjîya atomîye sîvîl ya sala 2022 a ava dibe, û ew ê hin projeyên taybetî yên ku em ê li ser pêşdabirinê bixebitin, destnîşan bike.
Ji ber vê yekê, di destpêkê de, dema ku Ermenîstan vebijarkên xwe yên ji bo veguheztinê dinirxîne, em ê sêktora têknîkî û aborî fînanse bikin, danûstendinên zanistî bikin da ku fersendên nû nas bikin û dest bi lêkolîna vebijarkên darayî bikin ji bo cihêrengkirina aborîya Ermenistanê”,- O Brayên gotîye.
“Ji ber vê yekê divê ev hemû bibin yek û bibin sedema encamekê ku ji bo gelê Ermenîstanê bibe pêşerojeke geş û ne tenê bi vê yan wê projeyê re têkildar be” ,- alîkarê sêkrêtarê byûroya kar û barên Avropayê û Avrasyayê di dawîya axaftina xwe de wiha gotîye.







