H’emû nûçeSereke

Em têkilîyên xwe bi Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî  û Yekîtîya  Avropayê re  nêzîktir dikin: Ararat Mîrzoyan

5 ê nîsanê  civîneke gelekî girîng pêk hat, hevdîtineke bi vî rengî qet nehatibû lidarxistin û ev civîn di çarçoveya pêşxistina têkilîyên me yên bi Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û Yekîtîya Avropayê re qonaxeke girîng bû, ev ne destpêk bû û ne jî dawî bû.Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên Ararat Mîrzoyan wextê weşana li  têlêvîzîyona Civakî,  derheqa encamên civîna Paşînyan-Blînkên-Fon dêr Layênê ku d 5 ê nîsanê li Bryûsêlê pêk hat, ragîhandîye.

 “Em bi Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û Yekîtîya Avropayê re têkiliyên xwe nêzîk dikin. Li gorî encamên civînê, di daxuyanîyê de bi zelalî rêgezên ku ji bo me pir girîng in, dest pê dike, bi piştgirîya serwêrî û yekparçeyîya axa Herêma Ermenîstanê, ev daxuyanîya sîyasî ya herî girîng e ku îro bi rastî hewcedarîya me pê heye. Berdewamîya ragihandina piştevanîya ji bo rêformên dêmokratîk ji alîyê Yekîtîya Avropayê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û di warên din de, rû bi rûbûna aborî, civakî-aborî, di nav wan de ênêrjîya atomî, lê ne tenê  ji ber ku li ser hinartina êlêktrîkê ji Ermenîstanê, li ser beşdarîya Ermenîstanê jî hat axaftin, kabloya bin avê ya behra Reş, hat gotin ku rêjimên vîzayê yên cûre-cûre dikarin bên danîn”,-ewî gotîye.

Mîrzoyan usa jî gotîye, di daxuyanîya hevbeş de amaje bi zêdekirina ewlekarîya xurek ya Ermenîstanê hatîye kirin, ku ev yek behsa cihêrengîya peywendîyan û herwiha ewlehîyê dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button