H’emû nûçeSereke

Ev gulebaranên ne asayî tevkarîyê li pêvajoya aştîyê nakin û ji bo me nayên fêmkirin: wezîrê karên der

Ev gulebaranên ne asayî tevkarîyê li pêvajoya aştîyê nakin û ji bo me nayên fêmkirin. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên  der Ararat Mîrzoyan li weşana têlêvîzîyona Civakî,  derheqa binpêkirina agirbesta ji alîyê Adirbêcanêda gotîye .

 “Eşkere ye ku Ermenîstan bi zêdekirina rewşê re eleqedar nabe û dîtina hincet ji bo zêdebûnê provokasîyon e. Di çarçoveya kêmkirina vê rewşê de, ez tekezî li ser daxuyanîya şandeya çavdêrîya Yekîtîya Avropayê dikim. Ez dixwazim bêjim ku ev mîsîyon di aramîya sînorê Ermenîstan û Adirbêcanê de bûye faktorek rastîn.

Ez dixwazim balê bikişînim ser gulebaranên vê dawîyê, heta li ser binesazîyên sîvîl. Ev gulebaranên ne asayî tevkarîyê li pêvajoya aştîyê nakin û ji bo me nayên fêmkirin. Ji alîyekî ve em li ser maseya danûstandinên cidî rûdinên, em dest bi pêvajoya aştîyê dikin û ji hemû cîhanê re dibêjin em aştîyê dixwazin, alîyê Adirbêcanê jî tê, navbeynkar yan organîzatorên civînê piştrast dike, yan jî di hevdîtinên dualî de me piştrast dike, ku dixwaze aştîyê ava bike, ji alîyê din ve li ser sînor bûyerên bi vî rengî, kampanyayên agahdarkirinê, çêkirina hincetên ji bo zêdekirina şer.

Ez careke din dixwazim bêjim ku em hewl didin aşîtîyê ava bikin, Komara Ermenîstanê bi rojeva aştîyê ve girêdayî ye. Lê ji bo vê yekê divê em îradeyek ji alîyê din ve jî bibînin”,- Mîrzoyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button