H’emû nûçeSereke

Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv dibêje wekî sînorên Ermenîstanê nas nake û zona cabdarîy li Kafkasîya Başûr zelal nîne:Mîrzoyan  

Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv dibêje wekî sînorên Ermenîstanê nas nake û zona cabdarîya  li Kafkasîya Başûr zelal nîne.Derheqa wê yekêda wextê weşana têlêvîzîyona Civakî, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan gotîye û daye dîyarkirinê,wekî hemû tişt zêdetir xirabe.

“Li vir nêrînek heye: heger welatekî ne endamê Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv êrîşê bibe ser welatê endama organîzeyê û  borcdarke ku sînora naskin, organîze dikare wan sînora qebûlke”.

Çawa bersiva wê pirsê, ku gelo ew yek nade kifşê, ku heger sînor nehatine dîyarkirinê,wî çaxî usaye sînorên dewletê tunene, Mîrzoyan gotîye ku ew yek usa nîne, çimkî sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê heye û ew sînor sala 1991 ê nas kirine û pevketine,wekî sînorên Sovyêta berê çawa sînorên welatên serbest nas dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button