Di van demên dawî de, çalakîyên ji alîyê Adirbêcanê ve bi keresteyên leşkerî yên giran ve tê kirin: Abrahamyan
Nava van 2-3 rojên dawî de li ser sînor rewş hinekî aktîv bûye û gelek deverên xwezayî yên Ermenîstanê jî bûne hedefa Adirbêcanê.Derheqa wê yekêda parlamêntvanê ji fraksîya “Qedirê min heye” Tîgran Arahamyan li ber rojnamevana gotîye.
Li gorî wî, şanda navbeynkarîyê ya ku gelek alîyên navdewletî hildane ser milê xwe û hewl didin nîşan bidin ku ew her tiştî ji bo dabînkirina aramîya herêma me dikin, di vê rewşê de divê gavên wan pir bi bandortir bin.
“Em hêvî dikin ku şanda Yekîtîya Avropayê ne tenê rastîyan tomar bike, lê pir girîng e ku ew bibin zextên sîyasî jî” ,- ewî gotîye.
Tîgran Abrahamyan dîyar kir ku çalakîyên vê dawîyê yên Adirbêcanê bi hinartina kelûpelên leşkerî yên zêde ji alîyê Adirbêcanê ve tê kirin û di vê rewşê de dîyar e çima Adirbêcanê vê yekê dike.
“Zehmet e ku mirov bêje ku bûyer dê di qonaxeke din de çawa pêş bikeve, lê dîyar e ku ev pêvajo û çekdarkirina Adirbêcanê li ber çavên her kesî diqewime û bi awayekî xwezayî, û ew çek wê rojekê gulebaran bikin”,-ewî gotîye
Parlamêntarê opozîsyonê di wê bawerîyê de ye ku îhtîmala opêrasîyonên serbazî yên mezin niha ne ewqas mezin e, ku hilbet opêrasîyonên muhtemel di hin alîyan de ji holê ranake.
Abrahamyan destnîşan kir ku sazî, avahî û welatên ku ji bo ewlekarî û aştîyê li Başûrê Kafkaîsyayê serî lê didin, divê gavên wan obyêktîv bin, ew wek ji bo Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, Yekîtîya Avropayê, Fêdêrasyona Rûsyayêye.
“Ji bo civaka me, divê ev gav û amûra ku tê pêşnîyar kirin di enîya pêş debê fêmkirin, xuyang kirin, bi rengekî berbiçav bê vegotin”,-parlamêntvan gotîye.