H’emû nûçeSereke

Em ê bi daxwazên  Avropayê yên gelên Komara Ermenîstanê bi rê ve bibin: wezîrê Ermenîstanêyî karên der li şandeya konseya Yekîtîya Avaropayê

Wezîrê Ermenîstanêyî karên  der Ararat Mîrzoyan 8 ê nîsanê dêlêgasîya komîtêya kar  û barên sîyasî û ewlekarîyê ya konsêya Yekîtîya  Avropayê  qebûl kirîye.

Wek ku  ji wezîreta Ermenîstanêye karên elamî “Armênprêss” ê kirin, wezîrê  Ermenîstanêyî karên der di axaftina xwe ya bixêrhatina xwe de, bi kêfxweşî bal kişand ser pêvajoya ku bi mebesta kûrkirina peywendîyên Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê  û tekîd li ser wê yekê kir ku ev prose her du cî bi cîkirina berdewamîya peymana Yekîtîya Avropayê ye.

Di çarçoveya dînamîkên geşepêdana pêwendîyan de, behsa çalakîya mîsyona çavdêrîya Yekîtîya Avropayê li Ermenîstanê û herwiha beşê aborî yê pêşxistina hevkarîya Ermenîstîanê- Yekîtîya Avropayê hat kirin. Wezîr Mîrzoyan di vê çarçoveyê de bal kişand ser îmkanên ku ji ber pêkanîna înîsîyatîvên girîng yên plana aborî û veberhênanê û bernameya nû ya “Berxwedan û mezinbûna Ermenîstanê” tên dayîn. Di nav projeyên girîng de, behsa mîsogerkirina pêşketinên di warê destpêkirina dîyalogê de li ser serbestkirina vîzayên Ermenîstanê-Yekîtîya Avropayê jî hate kirin.

Ararat Mîrzoyan li ser mijarên ewlehîyê yên li Kafkasîya Başûr pêşhatên dawî yên pêvajoya asayîkirina peywendîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de ji balyozên welatên Yekîtîya Avropayê re  raber kir. Serokê dezgeha sîyasî ya  der ya Komara Ermenîstanê tekezî li ser amadebûna Komara  Ermenîstanê ya bo bikaranîna firsendê ji bo bidestxistina aştîyê kir û dîyar kir ku ev yek tê wateya lihevkirina dualî li ser mijarên sereke yên peymana aştîyê, bi taybetî peymana sala 1991 ê, dubare erêkirina hevdu ya naskirina yekparçeyîya axê û li gorî daxuyanîya Alma Ata yê”.

Wezîr Mîrzoyan di çarçoveya dabînkirina geşepêdana aborî ya herêmê de, bal kişand ser girîngîya vekirina rêyên hatin-çûyînê û aborî û bernameya “Xaçerêya aşitîyê” ya ku ji alîyê hukumeta Ermenîstanê ve hatîye amadekirin, weke nîşaneya elaqeya Ermenîstanê ya Ermenîstanê di vê mijarê de bi nav kir.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button