H’emû nûçeSereke

Ermenîstan wê li Holandîyayê efserekî pêwendîyê hebe ku hevkarîyê bi Yêvropolê re mîsoger bike

Ermenîstan di warê têkoşîna li dijî têrorê de hevkarîya bi ajansa hevkarîya yasayî ya Yekîtîya Avropayê re berfirehtir dike.

Li gorî nûçeya “Armênpress”ê, ev pêşnûme ji alîyê Arpînê Sargsyana alîkara wezîrê karên navxweyî ya Ermenîstanê ve di civîna komîteya daîmî ya pirsgirêkên parastin û ewlekarîyê ya miclîsa neteweyî de hat raberkirin û peymana ku di 27 ê hezîranê de hat îmzekirin hat raberkirin. Sala 2023 a û 5 ê sibata sala 2024 a  “Wezîreta karên navxweyî ya Komara Ermenîstanê û Yekîtîya Avropaye” pêşnûmeya erêkirina peymana li ser hevkarîya di navbera sazîyên hevkarîyê de di warê sepandina qanûnê de.

Karmendê me yê pêwendîyê, ku dê nûnertiya tevahîya pergala înfazê ya qanûnê bike, dê li Holandîyayê xwedîyê niştecîhek guncan be, ku bi navgînîya wê Yêvropol dê hem binesazîyê û hem jî hemî alavên din yên piştgirî yên ku ji bo kanalek ewledar hewce dike peyda bike. Di avahîya wezîreta karên hundir ya Komara Ermenîstanê de jî binesazîyeke me ya bi vî rengî wê hebe. Karmendê pêwendîyê dê bigihîje hemî databasên gengaz yên pergala bicîhkirina qanûnê, ku dê destûrê bide hevkarîya di navbera Yekîtîya Avropayê û Komara Ermenîstanê de. Ev ê di navbera Yêvropol û Ermenîstanê de 24/7 hevkarîyeke bêkêmasî mîsîyoger bike”,- Sargsyanê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button