H’emû nûçeSereke
Parlamêntvanên parlamênta Avropayê bangî Ûrsûla fon dêr Layanê û Êntonî Blînkên dikin ku ewlehkarîya Ermenîstanê bidine çareserkirinê

24 parlamêntvanên Avropayê, nava wanda usa jî seroka komîsîya pirsên ewlehkarîyê û parastinê Natalî Lûazo, bangî seroka komîsîya Avropayê Ûrsûla fon dêr Layênê û sêkrêtarê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Êntonî Blînkên kirine ku ewlehkarîya Ermenîstanê bidine çareserkirinê.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda Natalî Lûazoyê mîkrobloga xweye X ê da nivîsîye.
“Yekîtîya Avropayê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî piştgirîya bona Yêrêvanê zêde dikin û em, 24 parlamêntvanên Avropayê, bangî Ûrsûla fon dêr Layênê û Êntonî Blînkên dikin ku ewlehkarîya Ermenîstanê bidine çareserkirinê”,- nava nivîsarêda hatîye dîyarkirinê.







