H’emû nûçeSereke

Gotûbêja ku Ermenîstan bibe welatekî berendama Yekîtîya Avropayê hinekî zû ye, Ermenîstan endama Yektîya Avrasîyayêye Êkonomîkîye: Marî Dyûmûlên

Ez usa difikirim ku ev nîqaş hinekî zû ye, ji ber ku Ermenîstan endama Yektîya Avrasîyayêye Êkonomîkîye, yekîtîya gumrikê ye û nikare bi hêsanî ji wan rêxistinan derkeve, ev jî dike ku nîqaşa namzedîya muhtemel ya Yekîtîya Avropayê bi tevahî zû be. Rêvebira bernameya “Avropa berfireh” ya konsêya têkilîyên der ya Avropayê Marî Dyûmûlînê di axaftina xwe ya bi “Azaî” re li ser pirsa gelo şans heye ku Ermenîstan bibe welatekî berendam ji bo Yekîtîya Ewropayê, gotîye.

“Ev sozên demdirêj in ku divê Ermenîstan berî ku bikeve wê rêyê bi baldarî li ser bifikire. Lê ev nayê wê maneyê ku Ermenîstanê di warê rêformên dêmokratîk û zêdetir pabendbûna bi dêmokrasî û nirxên avropî de tu kar tune ku bike. Û ev jî tiştekî ku Yekîtîya Avropayê dixwaze bi Ermenîstanê re bixebite, lê dibe ku bi amûrên cuda, ne tenê bi pêrspêktîva berfirehbûnê, lê her weha bi amûrên hevkarîyê yên heyî yên ku Yekîtîya Avropayê hene, bixebite”.

Ewê bal kişand ser wê yekê ku  sala 2013 a de Ermenîstanê bi Yekîtîya Avropayê re peymaneke kûr û berfireh ya bazirganîya azad mûzakere dikir, lê ji ber ku Sêrj Sargsyan tevlî yekîtîya gumrikê bû ev yek bi ser neket. “Piştî têkçûna wan danûstandinan, rêkeftineke din li gel Yekîtîya Avropayê hat gotûbêjkirin, ku niha Yekîtîya Avropayê hizra berfirehkirina wê dike. Ji ber vê yekê dibe ku ew ê heman firsendên ku Moldova yan Ûkraîna bi peymanên bazirganîya azad ya kûr û berfereh bû.

Bi peymanên komeleyê, lê dê ji bo hevkarîyê derfetên mezintir peyda bike. Bi baweriya min Yekîtîya Avropayê li ser wê yekê rêalîst e ku wê nikaribe şûna Rûsyayê bibe şirîkê Ermenistanê û ez bawer nakim ku armanca Yekîtîya Avropayê ev be. Lê Yekîtîya Avropayê dikare ji bo xurtkirina berxwedana Ermenîstanê hem di warê aborî û hem jî di warê pêşkeftina civakî de zêdetir bike.

Li ser wê yekê ku Gurcistanê statûya welatê berendamê Yekîtîya Avropayê wergirtîye, wî tekez kir. “Ev du rewşên bi tevahî cuda ne, tevî ku hin dişibin hev hene û ew du welatên cînar in. Têkilîyên Gurcistanê bi Yekîtîya Avropayê re, ji ber ku peymana bazirganîya azad ya kûr û berfereh û peymana hevgirtinê hebû, hişt ku Gurcistan ji Ermenistana niha bi gelek awayan nêzîkî Yekîtîya Avropayê bibe.

Û Ermenîstanê jî, wek endama Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî, Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîve, tiştên din hene ku divê berî ku rêyek bi vî rengî bike. Niha, tu bi rast dibêjî ku Ermenistan di warê sazî û dezgehên dêmokratîk de ji Gurcistanê bi hinek awayan pêşketîtir e. Ez usa difikirim ku biryara dayîna statûya berendamê ya Gurcistanê berî her tiştî îşaretek bû ji raya giştî ya Gurcistanê re, ku bi piranîya xwe ya mezin ji pêrspêktîva avropî pir bi coş e. Ji ber vê yekê ev nîşanek bû ku ji wan re bêjin ku Yekîtîya Avropayê wan ji bîr nake. Lê belê daxwazên ku ji hukumeta Gurcistanê re di warê rêform û şefafîyetê de, têkoşîna li dijî gendelîyê tên raberkirin, her berdewam in û dê di pêşerojê de bi baldarî bên şopandin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button