H’emû nûçeSereke
“Em dijî wê yekê nînin ku pêvajoya dîyarkirina sînoraye tevî Adirbêcanê ji qeza Tavûşê destpêkin”: serokwezîr

Nîkol Paşînyanê serokwezîr li parlamêntê, wextê raberkirina raporta derheqa bernama salên 2021-2026 a û encamên sala 2023 a da, derheqa pêvajoya dîyarkirina sînorada xeberdaye.
Bi gotina Nîkol Paşînyan, wede hatîye ku em bi xwe yekîtîya axa Ermenîstanê naskin: “Em dijî wê yekê nînin ku pêvajoya dîyarkirina sînoraye tevî Adirbêcanê, ji qeza Tavûşê û çar gundên nehîya Adirbêcanêye Qazaxê, destpêkin”. Nava vê hemtêkstêda gelek cara pirsên bi vê fikirdarîyê tên bilindkirinê, lê dîyarkirina sînoraye li van cîha û mîyaserkirina encamên wê gelo wê garantîya ewlehkarîyê bide? Garantîya ewlehkarîyê tune, lê paşdasekinandina wê yekê jî qezîya ewlehkarîyê zêdetir dike û ev garantîya nêgatîv gerekê bê hildanê”.







