H’emû nûçeSereke

“Em naxwezin tevî Rûsîyayê bikevine nava hevraqayîlnebûna”: serokwezîr

Nîkol Paşînyanê serokwezîr gotîye, wekî nava pêwandîyên tevî Rûsîyayê tu gavên şaş nehatine avîtinê.

“Cîhekî usa tune, li kîderê hevkarên me dikarin me gunehkarkin ku me borcdarîyên xwe neqedandine, lê wekî mayîn, mixabin, ew yek geleke.Feqet ez dixwezim usa jî bêjim, ku em naxwezin tevî Rûsîyayê bikevine nava hevraqayîlnebûna ne tenê bona wê yekê wekî mecala me tune wê yekê bikin, lê bi wê menîyê wekî em wî hemû tiştê baş qîmet dikin, yê ku nava pêwandîyên meda hebûye û heye”,-Paşînyan gotîye.

Bi gotina Paşînyan,ew yek girînge fem bikin, ku nava pêwandîyên ermenîya-rûsada çi diqewime: “Ji pêwandîyên dîrokî, yên Ermenîstanê û Rûsîyayê em derbazî pêwandîyên Ermenîstanê û Rûsîyayêye roja îroyîn dibin.Ew yek carina dijware”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button