H’emû nûçeSereke
“Ermenîstan bi hemû alîyava pêwandîyên xwe dike yên piralî û dijî yên herêmê dernakeve”:serokwezîr

Nîkol Paşînyanê serokwezîr elam kirîye,wekî Ermenîstan bi hemû alîyava pêwandîyên xweye der çê dike û sîyaseta piralî mîyaser dike:
“Beşeke wê yekêye girîng ne tenê tevî Fransîyayê,Yekîtîya Avropayê, welatên endamên Yekîtîya Avropayê, Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, ne tenê tevî Rojavayê, lê usa jî pêşxistina pêwandîyên tevî Hindistanê, Çînistanê, Korêya Başûr, Japonêye, kîjan ne ku bi xeta tên cudakirinê, lê derheqa wê yekêdane, ku pêwandîyên dostîyê tevî gelek welata îzbatkin, û ez diwekilînim ku em bi wê yekê dijî tu welatekî herêmê nakin”.







