Plana çalakîyê ya Konsêya Avropayê ji bo Ermenîstanê amûreke stratêjîke: cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der

Bernameya çalakîyan ya salên 2023-26 a ya ku Konseya Avropayê ji bo Ermenîstanê pêk anî, li wezîreta Ermenîstanêye karên hate raberkirin.
Bi ragîhandina “Armênprêss”ê, cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Parûyr Hovhannîsyan di axaftina xwe de destnîşan kir ku ev çalakî piştî salekê ji destpêkirina plana çalakîyê ku zêdeyî 2000 hevaltî beşdarî wê bûne, tê lidarxistin. Li gorî wî, serdanên mêvanên payebilind yên ji Avropayê di van rojên dawî de nîşan didin ku hevkarîyên qewîn yên kevneşopî yên bi Ermenîstanê re di asteke pir bilind de têne kirin.
“Dînamîkên erênî yên hevkarîya me îsal di çarçoveya pîrozbahîyên 75 salîya salvegera Konsêya Avropayê de jî tê dîtin. Plana çalakîyê ya Konsêya Avropayê ji bo Ermenîstanê amûreke stratejîk e, gelek mijarên wek mafên mirovan, dêmokrasî, dewleta hiqûqê dihewîne.Em piştgirîya Konsêya Avropayê ya ji Ermenîstanê re di rêya dêmokrasîyê de bilind dikin”,-Hovhannîsyan gotîye.
Li gor cîgirê wezîrê karên der, di çarçova plana karkirinê de, desthilatên Ermenîstanê bi piştevanîya Konsêya Avropayê, çendîn rêforman di warên girîng de cî bi cî dikin, ji wan bihêzkirina sîstêma peymana avropî, rû bi rûbûna tundûtûjîya li dijî jinan, parastina mafên zarokan, têkoşîna li dijî gendelî û sûcên sîber û pêşxistina dêmokrasîya herêmî.
“Ev hemû li gorî pîvanên Avropayê û bi hevkarîya komîsîyona Vênêtîkê û her wiha li gorî pêşnîyarên komên çavdêrîyê tên kirin. Di heman demê de destpêkirina pakêta alîkarîyê ya ji bo peydakirina hewcedarîyên penaberan, ku piştî koçberkirina bi destê zorê ya ermeniyan ji Qerebaxa Çîya cîh girtibû û armanca wê ew e ku ji 100 hezar kesên ku ji cîh û warên xwe bûne re, ku 30 hezar jî di nav de ye, alîkarîyê bide destpêkirin. Ev pakêt, bi rastî di dema navîn û dirêj de piştgirîyeke mezin e ku dê kapasîteyên rêveberîyên herêmî xurtir bike. Bername di meha çile ya îsal de dest pê kir”:-cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der gotîye.







