H’emû nûçeSereke
Ermenîstan hîvîya bersiva Adirbêcanêye, ya derheqa pêşnîyarên dora peymana aşîtîyê:Kostanyan
Ermenîstan hîvîya bersiva pêşnyarên dawîye, yên dora projeya peymana aşîtîyêye, kîjan Adirbêcanêra şandine.
“Armênprêss” ê ragîhandîye,wekî derheqa wê yekêda cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Vahan Kostanyan gotîye rojnamevana û bîr anîye,wekî Ermenîstanê meha adarêda pêşnyarên xweye nû dane Adirbêcanê.
“Niha em hîvîya bersiva alîyê azêrîyane”,-Kostanyan gotîye.
Bi gotina cîgirê wezîr, pirs ewe wekî Adirbêcan birîyarê qebûlke û prînsîpên di navbera herdu welatada destanî nava projeya peymana aşîtîyêda bipejirîne.