H’emû nûçeSereke

Hevkarîya Ermenîstanê, ya tevî Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û Yekîtîya Avropayê dijî Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî  nîne: Mihêr Grîgoryan

Hevkarîya Ermenîstanê, ya tevî Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û Yekîtîya Avropayê dijî tu yekîtîkê nîne, bi taybetî dijî Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî.

“Armênprêss” ê ragîhandîye,wekî derheqa we yekêda cîgirê serokwezîr Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan gotîye, dema ku ewî berisva pirsa RÎA Novostîyê daye, ku gelo hevkarîya tevî Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û Yekîtîya Avropayê dijwarîya bona  beşdarbûna Ermenîstanê, ya nava Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkîda pêşda nayne û gelo Ermenîstan amade dibe ji wê yekê derkeve?

“Komara Ermenîstanê elam kir, wekî armanca wê heye pêwandîyên xweye êkonomîkî bide dîvêrsîfîkasîyakirinê. Bawar bikî hemû welat roja îroyîn sîyaseta wî cûreyî mîyaser dikin û ew dijî tu welatekî nîne…Sîyaseta dîvêrsîfîkasîyakirina pêwandîyên êkonomîkî dijî tu yekîtîkê nîne, bi taybetî dijî Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî”,-cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button