H’emû nûçeSereke

Rastîya naskirina yekparçeya axa Adirbêcanê ji bo naskirina yekîtîya axa Komara Ermenîstanê pêwîst e: Paşînyan

Rastîya naskirina yekperçeya axa Adirbêcanê ji bo ku rayedarên Ermenîstanê yekparçeya axa Ermenîstanê nas bikin, pêwîst e.

Derheqa wê yekeda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li civîna parlamêntê gotîye.

 “Me rastî yekîtîya axa Ermenîstanê nas kirîye. Heger hûn yekparçeya axa Tirkîyayê, Îranê, Gurcistanê, Adirbêcanê nas nakin, hûn yekîtîya axa Ermenîstanê jî nas nakin, ji ber ku Ermenistan ji hêla dîrokî ve jî, li gorî mantîqa Yekîtîya Sovyêtê, welatê ku dorpêçkirî ye. Eger hûn yekparçeya axa wan nas nekin, hûn heyîna welatê xwe jî nas nakin”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button