H’emû nûçeSereke

Sala 2023 a de li Ermenîstanê aylixa navîn bi 14,6 selefî zêde bûye, lê biha jî bi  2 selef: Tûnyan

Sala 2023 a de aborîya me bi 8,7 selefî zêde bûye, ku pir zêde ye, û di van sê salên dawîn de ( salên 2021-2023 a) mezinbûna  aborîya  Ermenîstanê  29,5 selefe û mezinbûna salane ya navîn di vê heyamê de 9,8 selef bû ku ji armanca me bilindtir e. Derheqa wê yekêda alîkarê serokê lijneya daîmî ya kar û barên aborîyê  Babkên Tûnyan li parlamêntê gotîye.

“Li gorî daneyên sala par  di hemû beşan de geşedana me heye ji bilî çandinîyê ku kêmbûneke me heye, lê ez bawer im ev nîşanker ji ber daneyên statîstîkî yên ne temam e”,-Tûnyan daye kifşê.

Tûnyan bal kişand ser rexneyên têkildarî înflasîyonê jî, bi bîr xist ku par ji bo heyama 12 mehan, ango kanûna sala 2023 a li gorî kanûna sala borî, ne înflasîyon, lê dêînflasyon hebû. Înflasîyona salane ya navîn ji sedî 2 selef bû. Di heman serdemê de li Ermenîstanê aylixa navîn bi 14,6 seldefî zêde bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button