H’emû nûçeSereke

Daxwazên din yên Bakûyê yên ji Ermenîstanê re gefa kûrkirina bêîstîqirarîya herêmî dixwin: Freedom House

Di raporta salane ya rêxistina mafên mirovan ya Freedom House ya bi navê “Netewên di Transit 2024” de, daxwazên din yên erdî û sîyasî yên Bakûyê yên li hember Ermenîstanê xetereya kûrkirina bêîstiqirariya herêmî dixwin.

 “Pirsgirêkên Qerebaxê û ewlehîyê di rojeva sîyasî û fikarên welatîyan de serdest bûn. Anklava sala 2022 a astengkirina rêya yekane ya girîng, korîdora Laçînê ya ku Ermenîstan û Qerebaxa Çîya girêdide, ji alîyê Adirbêcanê ve, ku di kanûnê de dest pê kir û heta hilweşîna wê zêdetirî neh mehan dom kir, bû sedema karesateke mirovî ya ku li gorî Peymana Gênosîdê tê wateya gênosîdê. Rapora rêxistinê tekez kir ku ew kiryarek e ku “bi qestî şert û mercan ji girûpê re çêdike, ku bi armanca wêrankirina fîzîkî tê hesibandin”,-di rapora rêxistinê de hat destnîşankirin.

Her wiha, Freedom House dide zanîn ku Adirbêcanê ne tenê sîyaseta birçîkirina armanckirî ya gelê ermenî yên Qerebaxê berdewam kirîye, lê di sala 2023 de jî êrîşek mezin 19 ê îlonê li dijî komarê daye destpêkirin.

Ev kiryarên Adirbêcanê li dijî bangewazîya welatên hemû cîhanê, di serî de Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, Fransîyayê, Brîtanya Mezin û Rûsyayê, û her wiha sazîyên navneteweyî yên wekî Yekîtîya Avropayê, sêkrêtarê giştî yê Netewên Yekbûyî, serokê rêxistina ewlekarîyê hatin kirin û hevkarî li Avropa, û li dijî biryara dadgehê ya Netewên Yekbûyî, ku Adirbêcan red kir. Di encama êrîşê de li Qerebaxa Çîya rastî qirkirina etnîkî hat, zêdetirî 100 hezar ermenîyên etnîkî ji Qerebaxa Çîya revîyan Ermenîstanê, raporên sûcên şer hatin girtin, karbidestên ku di rêveberîya Komara Arsaxê de dixebitin yan hatin revandin yan jî hatin girtin û birin Bekûya paytexta Adirbêcanê û mîrata çandî ya herêmê bi wêrankirinê hat tehdîd kirin. Her çend şokên ewil yên têkildarî krîza penaberan derbas bûne jî, hukumeta Ermenîstanê bi pirsgirêkên demdirêj yên civakî, hiqûqî, aborî û mirovî re rû bi rû ye”.

 “Krîzeya însanî veguherî qeyraneke sîyasî, ji ber têkçûna hukumeta serokwezîr Paşînyan li  Yêrvanê xwepêşandanên girseyî li dar xistin. Her çend tevger ji alîyê mûxalefeteke meclîsê ya ne popûlar ve dihat birêvebirin, ku ji ber vê yekê nikaribû seferberîyeke rexnegir peyda bike jî, piranîya ermenîyan sîyaseta Paşînyan ya li ser Qerebaxa Çîya tenê çend meh berîya dagirkirina 19 ê îlonê nepejirand” ,- Freedom House nivîye.

Wekî ku di raporê de tê gotin, di sala 2021 de ji partîya desthilatdar vekişîya. Li ser sozên ku di hilbijartinên parlamêntoyê de hatibûn dayîn, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan piştre ragihand ku ew amade ne ku yekîtîya axa Adirbêcanê jî di nav de Qerebaxa Çîya jî di nav de, bi şertê ku maf û ewlehîya ermenîyên Qerebaxa Çîya bê garantîkirin, nas bikin.

 “Tevî ku Paşînyan  sala 2022 a de bi serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv re yekparçeyîya axa Adirbêcanê nas kir. Di civîna meha cotmehê de, bi navbeynkarîya serokê Konseya Avropayê Şarl  Mîşêl û serokê Fransayê Êmanûêl Makron, Bakûyê tam berovajî garantîyên ewlehîyê yên pêwîst kir, paqijkirina etnîkî ya gelê ermenî li Qerebaxê kir. Wekî din, daxwazên din yên erdî û sîyasî yên Bakûyê ji Ermenîstanê gefê li kûrkirina bêîstîqrariya herêmî dixwin”,- raporê de hatîye gotin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button