H’emû nûçeSereke

“Euronews” bi berfirehî behsa fêstîvala bi navê  Xaçatryan û hunera mûzîka Ermenîstanê kirîye

www.euronews.com ya bi prêstîj “Fêstîvala navneteweyî ya Xaçatryan” gotareke berfireh ya bi sernavê “Hezkirina mîrata mûzîkê ya Ermenîstanê” belav kirîye. Fêstîvala navneteweyî ya bi navê Xaçatryan de behsa çanda ermenîyan kirîye.Gotarê de, nivîskar tekezî li ser wê yekê dike ku fêstîvala navdewletî ya bi navê bestekarê ermenî yê mezin Aram  Xaçatryan yek ji çalakîyên mûzîka klasîk yên herî navdar li herêmê ye, ku armanca wê pêşxistina dîyaloga navçandî bi rêya mûzîkê ye û di heman demê de hişyarkirina mîrata Xaçatryan e.

Di bin yek ji jêrnivîsên belavokê de, behsa fêstîvala Xaçatrîyan tê kirin ku par hatibû lidarxistin, ya ku ji bo 120 salîya Aram Xaçatryan hatibû  kirin û bi hewlên hevbeş yên  fonda çandî ya “Aram Xaçatryan”, orkêstraya sîmfonî ya dewletê hatibû lidarxistin, ya Ermenîstanê, û şaredarîya Yêrêvanê. Tê tekez kirin ku di fêstîvalê de hunera Xaçatryan bi berfirehî û bi beşdarîya solîstên navdar û jêhatî hat pêşkêşkirin.

Di gotarê de dewlemendîya çandî ya Ermenîstanê di beşeke cuda de pêşkêş dike, ku li gorî nivîskar xwedî dîrokeke bi hezaran salan e. Tê balkişandin ku li kêleka yûnana û romaya, ermenî hilgirê kevneşopîyên şanoyê yên kevnar yên cîhanê ne.

Di belavokê de behsa pêşbirka navneteweyî ya bi navê Xaçatryan jî tê kirin. Hat destnîşankirin ku armanca pêdaçûyîna ku îsal cara 20 î tê lidarxistin, naskirina mûzîkantên jêhatî yên ji deverên cuda yên cîhanê û herwiha popûlarkirina mûzîka Xaçatryan e.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button