H’emû nûçeSereke

Helwesta gel û hukumeta Ermenîstanê  himberî Rûsyayê gelek xirab bûye: Freedom House

Rêxistina navneteweyî ya mafên mirovan Freedom House di raporta xwe ya salane ya bi navê “Netewên di Transit 2024” de, dîyar kir ku helwesta civak û hukumeta Ermenîstanê ya li himberî Rûsyayê xirabûneke berbiçav e.

Tê gotin ku ev helwest ne tenê ji ber nekarîna hêzên aştîyê yên rûsî li Qerebaxa Çîya ji bo derbaskirina dorpêça ku ji alîyê Adirbêcanê ve hatîye ferzkirin û birêkûpêkkirina qeyrana mirovî ya li herêmê, ji ber helwesta destûrdar ya ku Moskvayê di dema derbazbûyî de girtîye, êrîşa Adirbêcanê ya li ser Qerebaxê û piştre jî koçberîya ermenîyan”.

“Rûsya di nêrîna raya giştî de opozîsyona xwe ya demdirêj winda kirîye û li gorî ankêteke ku  kanûna sala 2023 a de hat kirin, ji  31 selefê beşdaran di wê bawerîyê de ne ku Rûsîya ji hemû welatan xetera herî mezin e li ser ewlehîya Ermenîstanê. 40 selef Rûsîyayê wek xetera herî mezin ya sîyasî û 51 selef jî Rûsîya wek xetereya aborî ya herî mezin bi nav kirine”,-raportêda hatîye kifşê.

Di raportê de hatîye gotin:”Hukumeta Ermenîstanê çalakîyên xwe yên di rêxistina Peymana Ewlekarîya Kolêktîv ya bi pêşengîya Rûsyayê de bi awayekî bi bandor qerimand, bi sûcdarîya ku hevalbendîyê erkên xwe yên parastina kolêktîv ji bo Ermenîstanê pêk neanîye, û her wiha îdîa dike ku Moskva hewl dide derbeyekê li Yêrêvanê pêk bîne”.

Li gorî raporta vê rêxistinê, li himber vê rewşê, peywendîyên digel hevkarên rojavayî bi taybetî Yekîtîya Avropayê  sala 2023 a de bi lez germ bûn, nemaze piştî êrişa Adirbêcanê li ser Qerebaxê di meha îlonê de.

 “Lê belê Yekîtîya Avropayê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbkyî nekarîn Adirbêcanê ji kiryarên xwe berpirsyar bigrin, her çend ji bo ssnareke wiha xetên sor xêz kirin. Di raportê de hat gotin: “Bryûsêl bi xurtkirina piştgirîya ji rêforman û bilindkirina asta peywendîyên di navbera Yekîtîya Avropayê û Ermenîstanê de, ber bi piştgirîkirina berxwedana Ermenîstanê ve çûye û di gotûbêjan de nîşanên yekem yên rêyek muhtemel ji bo endamtîya Yekîtîya  Avropayê derketine holê”,-raportêda tê kifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button