H’emû nûçeSereke

Banka pêşketinê ya Asyayê pêşbînî dike ku di sala 2024 a de mezinbûna aborî ya Ermenîstanê kêm bibe

Li gorî banka pêşketinê ya Asyayê, pêşbînî tê kirin ku mezinbûna aborîya Ermenîstanê  sala 2024 a de ji ber kêmbûna daxwazîya derve hêdî bibe, dû re jî di sala 2025 a de hinekî başbûnek çêbibe.

Di çapa nîsana sala 2024 a ya pêşveçûyîna Asyayê ya ku îro hat weşandin, bank pêşbînî dike ku di sala 2024 a de mezinbûna hilbera navxwe  ya Ermenistanê ji 8,7 selefê sala borî bibe 5,7 selef. Tê pêşbînîkirin ku ew hejmar di sala 2025 a de dîsa bibe 6 selef, bi saya cî bi cîkirina serketî ya planên veberhênanê yên berfireh yên hukumetê di binesazîyê de.

Alîkarê midûrê mîsyona daîmî ya  bankê ya Ermenîstanê Lyûk Foçman got: “Piştî mezinbûna aborî ya bihêz ya ku di sala 2022 an de hat tomar kirin, hêdîbûna hatina dravê ji Rûsyayê sala borî mezinbûna xerckirina taybet kêm kir”.

Pîşesazî, tevî avahîsazîyê, tê pêşbînîkirin ku di sala 2024 a de ji  6,2 selef zêdebe û di 2025 a de jî bi 7,4 selefî mezin bibe. Pêşkeftina di sêktorên maden û kanan de dê bi geşedanên bihayê kelûpelên cîhanî û vekirina kanên nû ve girêdayî be. Pêşbînî tê kirin ku mezinbûna avahîsazîyê di sala 2024 a de bigihîje16.3 selefî û di sala 2025 a de bigihîje 18.1 selefî, ku ev yek li gorî planên hukumetê ye ku bêtir lêçûnên sermayê zêde bike û veberhênanên gelemperî yên girîng di rê û binesazîya civakî de bike.

Ji ber ku bank  sala 2005 a de tevlî Ermenîstanê bû, bank bû yek ji mezintirîn hevkarên pêşkeftina piralî yê welêt. Zêdetirî du dehsalên hevkarîyê, bank di warên veguheztinê, rêveberîya sêktora giştî, darayî, ênêrjî, av û binesazîyên din yên bajarî de piştgirî da pêşîyên hukumetê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button