H’emû nûçeSereke

Du satêlaytên Ermenîstanê di nav tomara heyberên ku ber bi fezayê ve hatine avêtin  hatine tomarkirin

Sala 2024 a 2 peykên Ermenîstanê  27 ê adarê de,  di dawîyê de di tomarên Neteweyên Yekbûyî yên fezayê de hatin tomar kirin. Li gorî raporta “Armenprêss” ê, derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî têknolocîyên bilind, Mxîtar Hayrapêtyan di çarçoveya civîna çapemenîyê ya ji bo roja 100 evîn, daye kivşê.

“Sala 2024 a meha çile de, li  Ermenîstanê qereqolek wergirtina daneyên satêlîtê hate damezrandin. Sala 2024 a  27 ê adarê de peykên  Ermenîstanê  di dawîyê de di qeyda Netewên Yekbûyî ya tiştên ku ber bi fezayê ve hatin şandin de hatin qeydkirin”,-wezîr gotîye.

Ewî da zanîn ku bikaranîna daneyên ku ji peyka “Armsat 1” hatine bidestxistin di çarçoveya nûjenkirina nexşeyên pîvana 1:200,000, çavdêrî û lêkolînên din de dest pê kirîye.

Wezîr her wiha destnîşan kir ku ji bo bikaranîna îmkanên peyka “Armsat 1” ji bo xizmeta qadên zanistî yên Ermenîstanê gav hatine avîtin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button