H’emû nûçeSereke

Parlamênta Ermenîstanê xwendina yekem  projeya 3 ê  tebaxê wek roja bîranîna qurbanîyên qirkirina êzdîyan qebûl kir

Parlamanta Ermenîstanê  xwendina yekemîn de projeya ku 3 ê tebaxê wek roja bîranîna qurbaniyên qirkirina êzidîyan li Şengalê bê binavkirin, qebûl kir.

Bi ragîhandina “Armenprêss”ê, pêşnûmeya zêdekirina qanûna “Cejin û rojên bîranînê yên Komara Ermenîstanê” bi yekdengî û 88 dengên erê hat qebûlkirin.

Projeya ji alîyê parlamêntvane êzdî yê fraksîyona “Peymana sîvîl” ya desthilatdar Rostem Bekoyan ve hat raberkirin.

3 ê tebaxa sala 2014 a de, êrişên koma têrorîst ya “Dewleta Îslamî” li ser bajarê Şengalê yê Îraqê ku êzîdî lê dijîn, pêk hatin û di encamê de zêdetir ji sê hezar kes hatin kuştin. Ji ber birçîbûn, tîbûn û germa bê tehemûl nêzîkî hezar kesên ku xwe spartibûn çîya mirin, zêdeyî 200 hezar êzdî penaber bûn, nêzîkî 5000 jin û keçên ji 13 a heta 56 salî dîl hatin girtin. Qebûlkirina Îslamê û zewaca bi cîhadîstan re şertek ji bo mayîna cîhadîyan bû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button