H’emû nûçeSereke

Gantaharyan: bona derbên Îsrayêlêye dijî Îranê birîyara derheqa xebitandina axa Adirbêcanê wê ji alîyê  Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîda bê qebûlkirinê

Bi têorî Îsrayêl dikare ji axa Adirbêcanê derbê bighîne Îranê, li kîderê baregehên wê hene.Derheqa wê yekêda rêdaktorê rojnama “Azdak” ê, ya ku li Libinanê derdikeve, Şahan Gantaharyan gotîye News.am ê.

Ewî bîr anîye,wekî beşdarbûna Îsrayêlê, ya wextê şerê 44 roje û cîhwarkirina bazayên Îsrayêlêye nêzîkî sînorê Îranê, ji alîyê Têhranêda nikare bê qebûlkirinê û wê yekê tehsîra xwe ser pêwandîyên Îranê û Adirbêcanê hiştîye.

“Heger Adirbêcan beşdarî şerekî wî cûreyî bibe, ewê bona wê yekê qezîyayê bona Adirbêcanê bîne û bo wê jî Bekû gerekê wan qezîya hesab hilde.Wî çaxî Adirbêcanê bi xwe birîyar neke û hemû tişt wê Enqerêra bide qayîlkirinê”,-Gantaharyan gotîye.

Ewî serda zêde kirîye,wekî piştî hilbijartinên li Tirkîyayê girêdana Enqerê Amêrîkayêva zêde bûye. “Ev yek dide kifşê,wekî Tirkîyayê bi xwe nikaribe îzina wî cûreyî bide Adirbêcanê û wê hîvîya  qayîlîya Amêrîkayêbe”,- Gantaharyan gotîye

Zêdetir nîşan bide
Back to top button