H’emû nûçeSereke

Gantaharyan: şerê hîbrîdî li Rojhilata Navîn wê bidome, lê wê veneguhere  opêrasyonên mezin

Şerê hîbrîdî yê li Rojhilata Navîn wê bidome, lê wê veneguhere opêrasîyonên mezin.Derheqa wê yekêda rêdaktorê rojnameya “Azdak” ê ya ku li Libnanê tê weşandin, Şahan Gantaharyan, 16 ê nîsanê di axaftina xwe ya bi nûçegîhanê News.am ê re gotîye.

Ewî dîyar kirîye ku li behra Sor, Gazayê, Libnanê, Sûrîyayê, Îraqê, Îsrayêlê şerekî pir armanc diqewime, lê ew ê nebe sedema şerekî mezin.

Gantaharyan pêvajoya dîyarkirina sînorê behrê yê di navbera Libnanê û Îsrayêlê de bi bîr xist.

 “Eger rêkeftinek di navbera Îranê û Amêrîkayê de nebûya, ev yek jî nedihate encamdan û ev jî tê wateya ku alozîya di navbera wan de kêm bûye”,-ewî gotîye.

Li gorî wî têorîya zanista sîyasî ya kaosa kontrolkirî ya bi rengê şerê pirarmanc niha li Rojhilata Navîn tê meşandin.

Gantaharyan anî ziman ku berîya avakirina herêmên mûzakereyên aştîyê opêrasyonên leşkerî yên bi sînor û pirarmanc pêk tên.

Wî bi bîr xist ku wezîrê karên der yê Îranê ji Amêrîkayê ra ragîhandibû ku kiryarên Têhranê dê sînordar û armanckirî bin û ber bi şerekî berfireh ve neçe, lê êrîşa Îranê bi firokeyên bêfirokevan û mûşekên balîstîk bo ser Îsrayêlê bi serê xwe bûye mînakek, her weha nîşana guhertina qaîdeyên lîstikê ye.

Berê jî Îsrayêlê êrîşî baregehên Îranê yên li derveyî sînorên Îranê dikir û Îranê jî bi rêya “Hêzbollah”ê bersiva wan dabû. Lê niha Îranê êrîşî Îsrayêlê bi xwe kirîye. Encama êrîşê çi dibe bila bibe, ev guhertin jî girîng e. Herwiha serokê ajansa îstîxbarata navendî   daxwaz ji hevkarê xwe yê tirk kir ku di navbera Îranê û Îsrayêlê de bibe navbeynkar. Ev hemû ji bo herêmê şert û mercên girîng in.

Destpêka şerê li  Gazayê efsaneyên li ser artêşa Îsrayêlê hilweşand û faktora sosretê ket dewrê. Înîsîyatîva Îsrayêlê gelek caran di konseya ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî de derbaz nabe, wêneyê dengdanê diguhere, Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî nahêle Îsrayêl bi şiklê bangekê êrîşî Îranê bike. Ev hemû behsa guhertina rewşê dike. Ne tenê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, Îran jî ku di heman demê de lîstikvan e jî wekî faktora pêşîlêgirtinê tevdigere”,-Gantaharyan daye kifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button