H’emû nûçeSereke

Gerekê tenê li ser xwe gumanbî û ewlehkarîya xwe biparêzî:baylozê Îranêyî li Ermenîstanê

Li vê dinîya bêserî, li kîderê organîzeyên navneteweyî mafên alîyên mayîn hesab hilnadin, lê ewên ku nava desthilatdarîyêdanin çevê xwe digrin, gerekê tenê li ser xwe gumanbî û ewlehkarîya xwe biparêzî.Derheqa wê yekêda, wextê hevdîtina tevî rojnamevana, baylozê Îranêyî li Ermenîstanê, Mehdî Sobhanî gotîye.

“Nava çend mehên dawîda, rêjîma sîonîst gelek êrîşên têrorîstî dijî tabîyên Îranêye li Sûrîyayê û cêrge şêwirmendên Îranêye leşkerî mîyaser kirine.

Me gelek cara xwefzetkirin daye kifşê, çimkî em naxwezin ku halê sert zêdebe.

Feqet rêjîma sîonîst tê bêjî nîşanên şaş stendine û êrîşên bi rokêta li Damişqê, li ser baylozxana me mîyaser kirine, rûyê çida 7 şêwirmendên meye leşkerî hatine kuştinê.

Bona pêşîgirtina halê sertî li herêmê, me bang kirîye ku civîna şêwira ewlehkarîyê, ya Organîzeya Netewên Yekbûyî destpêkin.

Feqet, rûyê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, Fransîyayê û Anglîyayêda, şêwira ewlehkarîyê qet elametî jî belav nekir, ew agrêsîya şermezar nekir.Mafê navneteweyî nehate hesabhildanê û careke mayîn dustandartên dewletên rojavayê hatine kifşê.

Em deh roja hîvîyê sekinîn ku rêjîma sîonîst şermezar bikin, lê ew yek nehate kirinê.

Bo wê yekê jî bona Îranê rêyeke başqe tunebû û ewê berjewandîyên xwe parastin, berbanga yekşemê opêrasîyon hatine mîyaserkirinê.Êrîşên me sînorkirîbûn û ew tenê dijî wan navendabûn, ji kîderê êrîş biribûn ser baylozxana meye li Damişqê.

Himberî rêjîma sîonîst, ya ku zaroka dikuje, me êrîş nebirîye ser navendên sîvîl.Êrîşên me yên rast bûn û em gihîştine armanca xwe.

Kirinên me gorî dêklarasîya Organîzeya Netewên Yekbûyî hatine mîyaserkirinê.

Mixabin, piştî wê yekê hinek welatên avropî û dewletên rojavayê xweparastina îranî çawa gava agrêsîv raber kirine.

Tiştê usa nabe, dema ku ji alîkîva bang dikin ku halê sert bidine kêmkirinê, lê ji alîkî mayînva jî îzinê bidine rêjîma ku zaroka dikuje, ku herêmê werguhêzî zona şêr bike”,-dîplomat gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button