Bi helkefta hatina cejina sersala êzdîyan, germtirîn pîrozbahîyên xwe arasteyî hemû xwîşk û birayên êzidî li Kurdistan û cîhanê dikim û hêvîya bextewerî û kêfxweşîyê ji bo wan dixwazim.
Xwîşk û birayên ÿzidî beşeke resen ya gelê Kurdistanê ne û di xweşî, serkeftin, êş û nexweşîyan de em hemû hevparin. Divê xwîşk û birayên êzidî bi serbestî û azadî vegerin li ser cîh û warên xwe û dawî li koçberî û wê êşê bê ku ji alîyê nehezên gelê Kurdistanê ve li ser wan hatîye sepandin.
Kurdistan welatê pêkvejîyanê ye û divê ev ferhenga dewlemend bê parastin.
Hêvîdar im hemû cejin û helkeftên we bi aştî û dilxweşî derbas bibin. Bimînin bi xêr û xweşî.