H’emû nûçeSereke

Em ji Almanyayê di derbarê serwêrî û yekparebûna axa Komara Ermenîstanê de li bendê ne ku hewldanên aktîv bên kirin: bayloz  Yêngîbaryan

Balyozê Komara Ermenîstanêye li Almanîyayê Vîktor Yêngîbaryan, hevpeyvîn daye rêdaktorê kovara polîtîkaya ewlekarîyê ya “Loyal” ê Andrêy Ûzûlîs, ji balyozxaneya Ermenîstanêye  li Almanyayê,  elam kirine.

Balyozê li ser ewlekarîya li Kafkasîya Başûr, paqijîya êtnîkî ya gelê Qerebaxê û avakirina aştîyê axivîye. Bi kurtayî, tezên sereke yên ku di hevpeyvînê de hatine nîqaş kirin:

1.Bi saya hevgirtina civaka ermenî û bi hewldanên hukumeta Ermenîstanê, îmkan bû ku pirsgirêkên kesên ku ji Qerebaxa Çîya bi destê zorê koçberî Ermenîstanê bûne sivik bikin û ji konan dûr bikevin.

2. Ermenîstan û Adirbêcan ji alîyê têknîkî ve pir nêzîkî “Peymana aşîtîyê” ne, tenê îradeya sîyasî ya Adirbêcanê kêm e.

3.Yekane şertê pêşwextbûna herêma me aştî ye. Heger aştî pêk bê, di dawîyê de dê vekirina sînoran, tevgera azad ya mirov û baran hebe, ku Adirbêcan jî jê sûd werbigire, dê sînorê Tirkîyayê-Ermenîstanê vebe ku dê ji bo her kesî sûdmend be.

4. Înîsîyatîva “Xaçerêya aştîyê” ya hukumeta Ermenîstanê di rojeva me ya aşitîyê de beşa herî girîng e, ew ê bibe parçeyeke girîng ya girêdana bazirganî û aborî ya bakûr-başûr, rojhilat-rojava.

5. Li Ermenîstanê pêkhateyên xurt yên dêmokratîk hene, welat bi serketî li dijî gendelîyê têdikoşe, ji ber vê yekê di sala 2022 a de 12 selef zêdetir mezinbûna aborî hebû.

6. Ermenîstan di warê pirrengkirina  sûkên bidestxistina çekan û avakirina artêşeke profêsîyonel de gavan diavêje.

7. Rûsya şirîkê stratêjîk yê Ermenîstanê ye, lê di heman demê de hevkareke stratêjîk yê Adirbêcanê ye û ji sala 2011 a ve bi mîlyardan dolar çek firotîye vê dawîyê. Di vê wateyê de îdîyaya ku Fêdêrasyona Rûsyayê hêza parastina Ermenîstanê ye ne rast e. Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv ne tenê di warê leşkerî de, di warê sîyasî de jî piştgirî neda Ermenîstanê, ji ber vê yekê pirsên me yên cidî di derbarê wateya avahîyê de hene.

8. Mîsyona medenî ya Yekîtîya Avropayê li herêmê xwedî roleke erênî ye. Ji Almanîyayê ku dewleta herî mezin ya Yekîtîya Avropayê ye, ji bo serwêrî û yekparebûna axa Ermenîstanê em li bendê ne ku xebatên aktîv bên meşandin. Ji bo me jî bandora Almanyayê wek dewleteke ku bi Tirkîyayê re têkilîyên wan baş e.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button