H’emû nûçeSereke

Ermenîstan û Erebistana Saûdî pevketine ku nava govekên perwerdê, zanistîyê û çandîda hevkarîyê berfireh bikin

Seredana wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan, ya li Erebistana Saûdî destpê bûye, ya ku piştî îzbatbûna pêwandîyên dîplomatî seredana derecebilinde ewline.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der ragîhandine.

Destpêka seredanêda, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan li Rîyadê rastî wezîrê Erebistanêyî perwerdê Yûsûf bîn Abdala Al- Banyan  hatîye.

Herdu alîya bi razîbûn derheqa dîyaloga di navbera herdu welatada dane dîyarkirinê û gotine wekî seredana wezîrê Ermenîstanêyî karên der wê piştgirîyê bide hevkarîya di navbera herdu welatada, ya nava govekên cuda-cudada.

Wextê hevdîtinê, dorana pirsaye berfireh, yên derheqa hevkarîya nava goveka perwerdêda hatine gotûbêjkirinê.

Bi taybetî guhdarî hatîye danînê ser çiqlên têknolocîyên bilind, xebitandina potênsîyala ciwana.

Pevketin  hatîye destanînê ku nava derecên perwerdêye cuda-cudada hevkarîyê bidine pêşxistinê.

Bi tomerîkirina gotûbêjkirina, herdu wezîra derheqa dostîya cimetên ermenî û ereb û amadebûna bona pêşxistina pêwandîyên dualî dane dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button