H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê cara ewlin ji fonda Aşîtîyê, ya Yekîtîya Avropayê piştgirîyê bistîne, radyoya “Azaî” ê

Li Bryûsêlê qayîlî hatîye destanînê, ku ji fonda Yekîtîya Avropayê, ya Aşîtîyê piştgitrîyê bidine Ermenîstanê.

“Armênprêss” ê ragîhandîye,wekî dokûmêntên dîplomatî ketine destê radyoya “Azaî” ê, kîjan şedetîyê didin wekî Yekîtîya Avropayê têra dibîne 10 mîlyon yûro bidine Yêrêvanê, yê ku gerekê nava 30 mehîda bê xerckirinê.

Li gorî dokûmêntê, ew piştgitrî bona hêzên Ermenîstanêye, bi saya kîjana ew bikaribin teyaxbin û qewînbûna xwe bidine bilindkirinê.

Ev fond sala 2021 ê hatîye sazkirinê. Armanca fondê ewe, ku sîlihên nekujer bêne kirînê, bona ku piştgirîyê bidine aşîtîyê, pêşîgirtina dew û doza û qewînkirina ewlehkarîya navneteweyî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button