H’emû nûçeSereke

Wezîrên Ermenîstanê û Erebistana Saûdî, yên karên der fikir dora pirsên herêmî pevguhartine

Li Rîyadê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan rastî wezîrê Erebistana Saûdî, yê karên der, kurê padişê Feysal Bîn Ferhan Al Saûdî hatîye.

Xeberdan derheqa dînamîka başda, ya dora dîyaloga sîyasî çûye û hatîye dîyarkirinê,wekî piştî îzbatibûna pêwandîyên dîplomatî, teşkîlkirina seredanê şedetîya pêşxistina hevkarîyê dide.

Wextê hevdîtinê, pirsên bona herdu alîya hewaskar hatine gotûbêjkirinê.

Wezîrên herdu welata derheqa hevkarîya nava govekên tûrîzmê, perwerdê, têknolocîya û cêrge pêrspêktîvada xeberdane.

Ararat Mîrzoyan daye dîyarkirinê,wekî Ermenîstan dîyaloga sîyasî û hevkarîyê tevî hemû welatên ereba mîyaser dike û şedetîya wê yekê hema beşdarbûna sala par, ya wextê wezîrên lîga ereba dide.

Fikir dora pirsên herêmî jî hatine pevguhartinê.Ararat Mîrzoyan derheqa pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanêda, hevraxeberdanên bona îzbatkirina pêwandîya û tabîya Ermenîstanê raber kirîye.

Mîrzoyan daye dîyarkirinê, wekî Ermenîstan hewaskare ku rêyên herêmî bêne vekirinê û nava wê hemtêkstêda wezîr bernama hukumata Ermenîstanê, ya bi sernavê “Xaçerêya aşîtîyê” raber kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button