H’emû nûçeSereke

Frênk Paloûn bangî Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî  kirîye ku alîkarîya leşkerî bidine Ermenîstanê

Endamê Kongrêsa Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, serokê komîsîya Kongrêsêye pirsên ermenî, Frênk Paloûn bangî dewleta xwe kirîye ku piştgirîya leşkerî bidine Ermenîstanê bona ku ew bikaribe xweparastinê mîyaser bike.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêla Paloûn wextê merasîma pêşkêşî bîranîna cangorîyên komkujîya Ermenî, Ermenîstanê û Qerebaxê, gotîye.

Ewî serda zêde kirîye,wekî pêwîste ku zêdetir alîkarîya hûmanîtarî bidine Qerebaxê û serda zêde kirîye,wekî bi piştgirîya Amêrîkayê gerekê rê bê pêşnîyarkirinê ku cimeta Qerebaxêye bi destê zorê derxistî bikaribe paşda vegere cîh û warê xwe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button