SerekeSîyasî

Holandîyayê ji bo Dêmîrtaş biryareke girîng da

Heta ku Selahadîn Dêmîrtaş û Osman Kavala neyên berdan Holandîya rêkeftina yekîtîya gumrikê erê nake.

Tirkîya biryarên dadgeha mafên mirovan ya Avropayê yên derbarê Salhedîn Dêmîrtaş û Osman Kavala bi cîh nayînê.

Parlamêntoya Holandîyayê piştî vê yekê wekî berteknîşandayînekê pêşnîyarnameya blokekirina peymana yekîtîya gumrikê ya di navbera Tirkîyayê û Yekîtîya Avropayê de erê kir.

Katî Pîrîya parlamêntara Holendîyayê û raportora berê ya Yekîtîya Avropayê ya Tirkîyayê, pêşnîyarnameyek pêşkêşî parlamêntoya Holandîyayê kir.

Parlamêntoyê qebûl kir,

Katî Pîrîyê pêşnîyarnameyê de xwest ku Tirkîya biryara berdana Dêmîrtaş û Kavala bi cîh bîne û got:

“Heta ku Tirkîya biryarên dadgeha mafên mirovan ya Avropayê yên berdana demildest ya Salehadîn Dêmîrtaş û Osman Kavala bi cîh neyîne bila peymana yekîtîya gumrikê neyê nûjenkirin”.

Parlamentoya Holendîyayê pêşnîyarnameya Katî Pîrîyê qebûl kir.

Li gor pêşnîyarnameyê, heta ku Dêmîrtaş û Kavala neyên berdan Holandîya dikare nûjenkirina peymana yekîtîya gumrikê ya di navbera Tirkîyayê û Yekîtîya  Avropayê de asteng bike.

“Nûkirina peymanê ne pêkan e”,

Katî Pîrîyê piştî erêkirina pêşnîyarnameyê li ser hesabê xwe yê X ê nivîsand:

“Heta biryarên dadgeha mafên mirovan ya  Avropayê yên berdana demildest ya Salhedîn Dêmîrtaş û Osman Kavala de neyên bicihkirin nûjenkirina peymana yekîtîya gumrikê ya bi Tirkîyayê re ne pêkan e.

Parlamêntoya Holandayê pêşnîyarnameya min berî konseya Yekîtîya Avropayê qebûl kir”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button